Serok Barzanî Balyozê Tirkiyê û şanda pê re qebûl kir

.

Serok Barzanî, îro 17ê Adarê li Pîrmamê pêşwaziya Balyozê Tirkiyeyê li Iraqê Anıl Bora İnan û şanda ligel wî kir.

Di hevdîtina ku Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê Erman Topçû jî tê de amade bûbû, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa siyasî û dawî pêşhatên Iraq û deverê li hev guhertin.

Di civînê de, her du aliyan pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê û serdana Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê bo Herêma Kurdistanê, nirxandin.

Pêngavên pêkanîna Kabîneya Dehema a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, diyaloga navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û herwiha hilbijartinên bê yên Civata Nûnerên Iraqê jî mijarên beşeke din a hevdîtinê bûn.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle