Serok Barzanî, Agit Kabayel pîroz kir

.

 Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê bi germî bokserê şampiyon ê Kurd Agit Kabayel pêşwazî kir û ew pîroz kir.

Serok Mesûd Barzanî îro li Baregeha Barzanî ya li Pîrmamê bokserê Kurd û şampiyonê Konseya Boksê ya Cîhanê (WBC) Agit Kabayel re rûnişt.

Agit Kabayel li Riyada paytexta Erebistana Siûdî hevrikê xwe yê Çînî têk bir û bû şampiyonê Konseya Boksê ya Cîhanê (WBC).

Baregeha Barzanî li ser hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Baregeha Barzanî da zanîn ku Serok Barzanî destxweşî û pîrozbahî li Agit Kabayel kiriye ku wî şampiyoniya kategoriya herî giran WBCyê bi dest xistiye.

Serok Barzanî piştgiriya xwe ji Agit Kabayel re nîşan da û hêviya serkeftinên zêdetir jê re xwest.

Agit Kabayel jî kêfxweşiya xwe ya ji bo dîtina Serok Barzanî anî ziman û spasiya piştgiriya Serok Barzanî kir.

Kabayel xelat û kemera xwe ya şampiyoniyê jî wekî rêzgirtin pêşkêşî Serok Barzanî kir.

Agit Kabayel berî çend rojan hatibû Başûrê Kurdistanê û maça dawî ya Kupaya Kendavê temaşe kiribû ku tîma futbolê ya Dihokê, tîma Qadsiyeya Kuweytê 2-1 têk bir û bû şampiyon.

Agit Kabayel 15ê Nîsanê jî ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hatibû pêşwazîkirin.

Serok Mesûd Barzanî îro tîma futbolê ya Dihokê jî qebûl kir û rahênerê tîmê Mesûd Mîral kupaya şampiyoniyê pêşkêşî wî kir.

Kurdistan Haberleri

Şer û pevçûnên li bajarokê Eşrefîyet Sehnaye ya nêzîk Şamê de 13 kes hatin kuştin
Mamostayê zanîngehê: PKK, di vê demê de ji ber hewla yekitiya Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê êrîşî Pêşmerge dike
HPGyê êrişên li xala Pêşmergeyan li xwe girtin
Erdogan: Federaliya Sûriyeyê xeyal e
MSDyê derbarê şerê li Şamê daxuyaniyek da