Serkirdeyên opozîsyona dijî rejîma Şamê bi Çavuşoglu re civiyan

.

 Piştî civîna Tirkiye û Sûriyê li Moskowê, serkirdeyên opozîsyona dijî rejîma Şamê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Çavuşoglu re civiyan.

Di dema ku dîroka civîna duyemîn a di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de pêk were ne diyar bû, hat destnîşankirin ku muxalefeta Sûriyeyê çareseriya siyasî dixwaze.

Hevbendiya Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê û Hêzên Şoreşê îradeya xwe ya çareseriya siyasî ji Enqerê re ragihand.

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê û Hêzên Şoreşê Salim el Muslat, Serokê Komîteya Danûstandinan a Sûriyeyê Bedir Camus û Serokê Hikûmeta Demî ya Hevbendiya Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê û Hêzên Şoreşê Abdurrahman Mustafa li Enqereyê bi Mewlûd Çavuşoglu re hevdîtin kirin. Piştî hevdîtinê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê û Hêzên Şoreşê Muslat daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Tirkiye hevalbendeke xurt a hêzên şoreş û mûxalefeta Sûriyeyê ye. Hêvîdar im ku Tirkiye di hemû biryarên navneteweyî yên têkildarî mijara Sûriyeyê de, bi taybet biryarên Cenevreyê yên 2118 û 2254'an de, wiha bimîne."

"Rejîma Esed helwestên xapînok nîşan dide"

Li ser ne cîbicîkirina sozên rêjîma Esed, Muslat diyar kir, ew bi xapandinê tevdigerin û got, "Dijberên Sûriyê amade ne ku proseya siyasî ji bo kêmkirina êş û azarên xelkê seferber bikin. Divê serdemeke nû li ser bingeha dad û wekhevî û ewlehî û aramiyê ji bo Sûriyê û welatên herêmê were avakirin."

Muslat spasiya xwe ji bo Tirkiye û hemû welatên ku mazûvaniya Sûriyeyiyan dikin kir û diyar kir, tiştên hatine kirin nayên jibîrkirin û wiha dewam kir:

"Gelê Sûriyê pabendê veguhertina siyasî ye ji bo çareserkirina pirsgirêka penaberan. Pêwîst e herêmek ewle û aram (li Sûriyê) were çêkirin ku garantiya vegera ewle ya sivîlên bi darê zorê ji cih û warên xwe kirine."

Çavuşoglu derbarê hevdîtina ku li Wezareta Karên Derva ya bi muxalifên Sûriyeyê ra li dar xist de daxuyanî da û got, "Me geşedanên dawî yên di çarçoveya Sûriyeyê de gotûbêj kir. Li gorî biryara 2254an me piştgiriya xwe ya ji bo muxalefet û gelê Sûriyeyê dubare kir."

Kurdistan Haberleri

Hevkariya nû ya Îraq û Amerîkayê Pêşmergeyan jî li xwe digire
Goreke komî li nêzî balafirgehê hat dîtin
Medvedev: Biryara Trump ya testa nuklerî dê bandorê li ser Rûsya bike
Îlham Ehmed: Ji bo Sûriyeyê sîstemeke nenavendî û demokratîk pêwîst e
Amerîkayê ji Neteweyên Yekbûyî xwest Ehmed Sera ji lîsteya terorê derxe