Serkirdeyê ENKSyê: Em dê dîsa bi Mezlûm Ebdî re bicivin

.

Endamê serkirdayetiya ENKSyê Silêman Oso diyar kir ku dê di rojên pêş de bi Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî re bicivin.

Endamê Serkirdayetiya Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Silêman Oso diyar kir ku hevdîtina wan a bi Mezlûm Ebdî re dê bi navbeynkariya Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) pêk were.

Silêman Oso ji Rûdawê re got, "Di rojên pêş de serkirdayetiya ENKSyê dê bi navbeynkariya Koalîsyona Navneteweyî bi Mezlûm Ebdî re bicive."

Li gorî gotina Silêman Oso di civînê de dê yekrêziya Kurdan were gotûbêjkirin

Roja sêşemê şandeyeke ENKSyê bi Serok Mesûd Barzanî re civiya bû.

Di civînê de nêzîkbûna di navbera partiyên Kurdî Rojavayê Kurdistanê hatibû gotûbêjkirin.

Destpêka vê mehê de Serok Mesûd Barzanî li Hewlêrê bi Mezlûm Ebdî re civiya.

Rûxana rejima Beşar Esed şerê HSD û komên çekdar ên nêzîkî Tirkiyeyê yên li Bendava Tişrînê û devera Kobaniyê zextê li hêzên Kurd dike ku bilez li ser yekîtiyê gotûbêjan bikin.

Meha borî Mezlûm Ebdî bi navbeynkariya Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞê bi şandeyeke ENKSyê re civiyabû.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle