Serkeftiyên Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan xelatên xwe wergirtin

.

Li Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê ahenga xelatkirina serkeftiyên Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan birêve çû.

Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan ji aliyê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ve hatibû rêkxistin û encamên wê hatibûn ragihandin.

30 helbestvanên ciwan ji tevahiya herêmên Rojavayê Kurdistanê beşdarî Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan bibûn ku 3 helbestvanên ciwan xelat wergirtin û helbestvanekî jî xelata komîteya dadweriyê wergirt.

Helbestvan Ahîn Omer xelata yekem bidest xist û 500 dolar wergirt, helbestvan Dilyar Osê xelata duyem bidest xist û 300 dolar wergirt, helbestvan Xecê Îsa jî xelata sêyem bi dest xist û 200 dolar wergirt. Her wiha helbestvan Mehmûd Misto jî xelata komîteya dadweriyê bi dest xist û 100 dolar wergirt.

Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan girîngîpêdana zimanê Kurdî û pêşxistina wê ji xwe re wek armanc diyar kiriye.

Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan cara seyem e ku tê lidarxistin.

Kurdistan Haberleri

Îdareya Trump şertên giran bo Hikûmeta Iraqê danan
Medyayê Îranê: Amerîka û Îranê li Tengava Hurmizê hêleke taybet a pêwendiyê ava kir
DNO ya Norwêcî li Herêma Kurdistanê dest bi berhemanîna petrolê dike
Mihemedê Hacî Mehmûd: Qewareya Kurdistanê berhema xwîna şehîdan e, ji nav naçe
Amerîka û welatên Kendavê bangî Îranê kir