Serjimariya giştî ya gel di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike

.

Proseya serjimêriya giştî ya li Iraq û Herêma Kurdistanê di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike.

Di dema ku proseya serjimêriya ku roja 20ê Mijdarê li tevahiya Iraqê û Herêma Kurdistanê jî tê de destpê kiribû, di roja xwe ya duyem de berdewam dike, lê qedexeya derketina derve li hemû parêzgehan berdewam e.

Rêjeya beşdariya Hewlêriyan di serjimêriyê de ji sedî 60 derbas bû û heta dawiya îro tê pêşbînîkirin ku beşdariya parêzgehê bigihê ji sedî sed.

Tîmên serjimêrî yên ku bi beşdariya zêdetir ji 130 hezar kes li Iraq û Herêma Kurdistanê hatine avakirin, 77 pirsan li ser rewşa welatiyan dikin.

Serjimêriya her welatekî girîngî û taybetmendiyên xwe hene; ji ber ku bi vî awayî şiyana mirovî ya xelkê, şiyana wan a madî û asta xizmetguzariyên giştî ji bo dabînkirina jiyaneke baştir ji welatiyan re were destnîşankirin û rê bide hikûmet di amadekirina planên aborî, siyasî û mirovî de zelal be.

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê