Serhildana Mihabadê şehîd li pey hatin

.

5`ê Xezelwerê li Mihabadê bi sedan welatiyên wî bajarî di merasima biax spartina Îsmaîl Mewlûdî şehîdê duh şev yê serhildana çileya Jîna Emînî de beşdarî kirin.

Welatiyên beşdar di merisam biax spartina şehîd Îsmaîl Mewlûdî, piştî bi ax spartina termê wî, rijyiane ser şeqaman û xwenîşandan lidarxistin.

Li Mihabadê xelkê serhilder digel hêzên serkutkar yên rejîmê rû bi rû bûn û hêzên rejîmê teqe ji wan kirin.

Herwisa li mizgevta Se`idî ya Mehabadê sirûda “şehîd, şehîd” li ser bilengoya mizgevtê belav kirin.

Hevdem di berdewamiya xwenîşandanên bajarê Mihabadê de, welatiyê bi navê Zanyar Ebûbekirî jî ji aliyê hêzên rejîma îslamî ve şehîd bû, û xelkê bajêr bi dana silogana “Zanyar, Zanyar şehîdbûna te mibareke”, pêşwazî li termê şehîd Zinyar kirin.

Dîsan her îro Pênçşemî 5`ê Xezelwerê di berdewamiya xwenîşandanên seranserî yê Mihabadê de “Kobra Şêxe” jî bi teqeya rasterast ya hêzên serkutker yên rejîmê şehîd bû, û xelkê bivêr yên Mihabadê, sirûda “Ey şehîd” li ser bilendgoya wî bajarî belav kirin.

Çavkanî: Kurdistan Media 

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle