Serhan Îsa: Çareserî li Şamê ye

.

 Berdevkê Meclisa Êzidiyan a Sûriyeyê Serhan Îsa got, “Mixabin hinek birayên me yên Êzidî difikirin ku çareserî li cem Rêveberiya Xweser e lê çareserî li Şamê ye.”

Serhan Îsa ragihand ku birêveberiya nû ya Sûriyeyê soz daye wan ku beşdarî kongreya diyaloga niştmanî bibin.

Berdevkê Meclisa Êzidiyan eşkere kir ku ew li Şam û Helebê li gel beşên siyasî û leşkerî yên birêvebiriya niha ya Sûriyeyê civiyane.

Li gorî agahiyên ku Serhan Îsa dane, wan ji birêvebiriya nû xwestiye ku Êzidî bên parastin û got:

“Me ji birêvebiriya Şamê xwest ku Êzidîtî di destûrê de wekî dînekî were naskirin.”

“Colanî soz dabû”

Serhan Îsa got, “Birêz Ehmed Şer (Colanî) soz dabû ku em rûnin lê pirsgirêk çêbûn” û da zanîn ku ew dê dîsa herin Şamê.

Wî anî zimên, “Em dixwazin ku Êzidiyên li Sûriyeyê bên parastin” û ji bo parastina Êzidiyên li Sûriyeyê bangî Serok Mesûd Barzanî kir.

Serhan Îsa her wiha destnîşan kir ku ew bi Durzî, Elewî û Mesîhiyan re civiyane û di navbera wan û Mesîhiyan de têgihiştineke hevpar çêbûye.

“Çareserî li Şamê ye”

Berdevkê Meclisa Êzidiyan a Sûriyeyê Serhan Îsa diyar kir ku divê ew ji bo çareseriyê ber’w xwe bidin Şamê û daxuayand.

“Mixabin hinek birayên me yên Êzidî difikirin ku çareserî li cem Rêveberiya Xweser e lê çareserî li Şamê ye.”

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Li Helebçeyê bi dronan êrîşî bircên weşan û peywendiyan hat kirin
Komîsyonên Jinan ên HAK-PAR û PWKyê ji bo 8ê Adarê Civînê li Dar Dixînin
Mustafa Ozçelîk, beşdarî bernameya taybet ya di derbarê Raperîna Başûrê Kurdistanê de bû
Bafil Talebanî: Divê Kurdistan bibe pira çareseriyê, ne qada şer
Paşmaweyên rêjîmê careke din 2 kempên Hizba Dêmokrat kirine armanc