Şerê Sûriyê dikeve sala 11an; wêranî, penaberî û çarenivîsa ne diyar

.

 Krîza Sûriyê dikeve yazdemîn sala xwe, lê hêj milmilanî li wî welatî berdewam e û welatiyên sivîl jî çaverêyî aştî û aramiyê ne.

Şer û pevçûn li navçeyên bakurê rojavayê Sûriyê, bi taybetî li Idlib û çiyayên Laziqiyê di navbera çekdarên opozisyonê û hêzên hikûmetê de, derdikevin, bêhtir jî welatiyên sivîl dibine qurbanî.

Ebû Ubey, çekdarê Cebheya Niştîmanî bo Rizgarkirinê, dibêje, “Ez ji 11 salan ve çekdar im, min 3-4 mehan piştî destpêka xwepêşandanan çek hilgirt, piştî gulebaran û kuştina xwepêşanderan em neçar bûn li dijî rejîmê û diktator çekan hilgirin. Em bi hêvî ne vegerin warên xwe.”

Li Çiyayê Kurdan û bilindahiyên Kibênê ku çekdaran kontrol kiriye, bi sedema şer û pevçûnên hêzên hikûmetê û çekdaran, koçber û niştecî zehmetiyan dibînin.

  • Deh salên serast ji krîzê li Sûriyê û destpêka yazdemîn sal e, hêj rewş aloz e
  • Li gorî Neteweyên Yekbûyî di encama vî şerî de 387 hezar kes hatine kuştin
  • Bêhtir ji 2 milyon û 100 hezar kesî birîndar bûne
  • 13 milyon kes koçber û penaber bûne
  • 13 milyon kes jî pêwîstiya wan bi alîkariya mirovî heye

Bi derbasbûna van hemû salên şer û zehmetiyan, di asoyê de ti çare nayê dîtin.

Her yek ji opozisyona Sûriyê û hikûmetê li navçeyên xwe, desthilatdariyê dike, lê welatiyên sivîl jî çaverêyî aştî, aramî û çareseriyê ne.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Erkan Polat: Rehîn girtina pêşeroj û hêvîye...
Hoşyar Zêbarî: Kurdistan kelaya azadî û demokrasiyê ye
Bexda diheje û Amerîka li pişt operasyonê ye: Gelo dê ‘serên mezin’ jî bên eşkerekirin?
PWK: Em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin
PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE LI WANÊ KONFERANSEK LI DAR XISTIN