Şerê Rûsya-Ukrayna û metirsiya li ser Rojava

.

 Agirê şerê Rûsya û Ukrayna tîna xwe diavêje ser Sûriyê bi giştî û Rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyê bi taybetî.

Bi sedema hebûna hêzên serbazî yên Amerîka û Rûsya li ser axa Rojavayê Kurdistanê, siyasetmedar û çavdêr dibêjin dibe ku ev şer bi şêweyên cuda bandorê li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bike.

`Dibe Tirkiye bo xwe bike fersend`

Siyasetmedarê Kurd, Dr. Sadedîn Mela, ji bernameya Çavê Sêyem a Radioya Rûdawê re got, dibe Tirkiyê, li Sûriyê, sûdê ji mijûlbûna Rûsya bi şerê Ukrayna werbigire.

Dr. Sadedîn Mela, Siyasetmedar, dibêje, “Metirsî heye ku Tirkiye fersendekê bibîne û êrişan bike û dagirkeriya xwe berfirehtir bike.”

Di dema beşdarbûna xwe di heman bernameyê de, nivîskar û lêkoler Samî Dawud got, egera wê yekê heye ku dosyeyea kirîza Sûriyê bê sarkirin.

`Sûrî ne xwedî biryar in`

Samî Dawûd, Lêkoler, radigihîne, “Li ser siyaseta Rûsyayê heyfeke navdewletî çêbûye û şerê Rûsya yê li Ukraynayê dê tişta heta îro hatiye kirin li Sûriyê dirêj bike. Ji ber ku Sûrî ne xwedî biryar in.”

Bi destpêkirina êrîşa Rûsya bo ser Ukrayna re, Rûsya hejmek serbaz û 2 balafirên şer li balafirxaneya Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê bicî kirin.

Hêzên Amerîka jî liv û tevgerên xwe li herêmê zêde û berfirehtir kirine.

Kurdistan Haberleri

Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de
Di ser Komkujiya Dêrsimê re 88 sal derbas bûn: Ji bo sivikkirina êşê ti gav nehatine avêtin
Nûrî Şêxo: Ji aliyê me ve ti gef li ser axa Tirkiyeyê nîne
PWK : Jenosîda Dêrsimê xelekek ji siyaseta ji holê rakirina miletê Kurd e