Şerê Durzî û rêveberiya nû ya Sûrî dest pê kir: Ji Netanyahû daxuyanî

.

Hate ragihandin ku li Sûriyê di navbera hêzên hikûmeta demkî ya bi pêşengiya HTŞê û Durziyan de şer û pevçûnan dest pê kiriye.

Herwiha li gorî zanyariyên çavkaniyên herêmê, komên çekdarên Durzî ku çend roj berê yekbûna xwe ragihandibûn jî ji Siwêdayê bo alîkariya derbasî devera Jaramanayê bûne.

Li aliyê din Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû jî dubare piştevaniya xwe bo Durziyên Sûriyê ragihand û ferman da hêzên Îsraîlê xwe ji bo parastina herêma Durziyên Sûriyê amade bikin.

Netanyahû gotiye, “Em ê rê nedin ku rejîma îslamiya tundrew a li Sûriyê zirarê bide Durziyan. Ger zirarê bide Durziyan, em ê jî bidin wan.”

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle