Serdozgeriya Enqerê ji Şebnem Fincanci re 7 sal û 6 meh ceza xwest

.

Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, derbarê Pispora Tiba Edlî û Seroka Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci de îdianame amade kir û heta 7 sal û 6 mehan ceza xwest.

Pispora Tiba Edlî û Seroka Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci, piştî ku 20ê Cotmehê egera bikaranîna çekên kîmyayî ya Tirkiyê li dijî gerîlayên PKKê anîbû ziman, 26ê Cotmehê li bajarê Stenbolê bi hinceta “propagandaya rêxistina terorê” hat desteserkirin û 27ê Cotmehê ji aliyê dadgehê ve hat girtin.

Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, derbarê Şebnem Korur Fincanci de îdianame amade kir û bo dadgehê pêşkêş kir. Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, di îdianameyê de bi hinceta “propagandaya rêxistina terorê” kiriye heta 7 sal û 6 mehan cezaya girtîgehê li Şebnem Korur Fincanci were birîn.

Fincanci piştî îdiayên çekên kîmyayî anîbûn ziman, ji aliyê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Serokê MHPê Devlet Bahçeli û medyaya nêzîkî desthilatê ve hedef hatibû nîşandan.

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt