Serdozgerê Dadgeha Bilind daxwaz kir ku hesabên HDPê bên blokekirin

.

Serdozgerê Dadgeha Bilind daxwaz kir ku hesabên HDPê yên alîkariya xezîneyê bên astengkirin.

Serdozgerê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn ku tê çaverêkirin di 10ê Çileya 2023an de di doza girtina HDPê ya ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê ve hatiye vekirin de îfadeya devkî bide, daxuyaniyek belav kir.

Bekir Şahîn, îdia kir ku têkiliyên HDPê yên bi PKK'ê re dewam dikin û got “HDP alîkariya Xezîneyê ji bo armancên rêxistina terorê bi kar tîne. Bila hesabên wê yên alîkariya dewletê bên astengkirin. Têkiliyên organîk ên HDPê yên bi rêxistina terorê re dewam dikin.”

Doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê, dê di10ê Çileya 2023an de birêve biçe. Dê di rûniştina dozê de ji bo Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekir Şahin bi devkî parastina îdianameya girtina HDPê bike rojek bê diyarkirin û wê rojê Bekir Şahin li dadgehê amade be.

Piştî Bekir Şahin dê rêveberên HDPê jî li hember îdianemeyê bi devkî parastinê bikin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle