Serdana Mesrûr Barzanî bo Birîtanya di warê geşepêdana peywendiyên di navbera her du welatan de bû xaleke nû

.

Serokwezîrê Herêma Kurdistana pêşwaziya Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistana kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya David Hunt Konsulê Giştî yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê kir ku îro yekşemê serdana Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiribû.

Di hevdîtinê de Serokwezîr spasiya kar û xebatên Konsulê Giştî yê Brîtanyayê ji bo pêşxistin û bihêzkirina têkeliyên navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê di dema kar de kir û hêviya serkeftinê di erkê xwe yê paşerojê de jê re xwest.

Konsulê giştî yê Brîtanya amaje bi peywendiyên bihêz ên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê de kir, bi taybetî piştî serdana serokwezîrê Brîtanyayê di meha Nîsana îsal de, ku bû xaleke werçerxanê di pêşxistina peywendiyên di navbera her du welatan de. Konsulê Giştî yê Brîtanyayê herwiha xweşhaliya xwe jî ji bo hêsankarî û hemahengiya aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Konsulxaneya wî welatî nîşan da.

Reformên kabîneya nehemîn û giringiya çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal û parastina asayîş, aramî û serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê mijarên din ên hevdîtinê bûn.

Kurdistan Haberleri

Kurdên dîasporayê dest ji ziman û nasnameya xwe bernadin
Şîfa Barzanî: Bi piştgiriya Mesrûr Barzanî, em ziman û pirtûkên kurdî digihînin derveyî welat
Dîroka Nivîsandin û wêjeya  Zazakî | Seyîdxan Kurij Bi rêveberiya Rêber Hebûn Kombûna Zanyarên Azad
Îsraîl û Libnanê peyman îmze kir
Di peymana Îsraîl û Libnanê de çi heye?