Serbest Lezgîn: Serdana General Markus peymana piştevaniya Almanyayê ye

.

Şandeke Wezareta Bergiyê ya Almanya bi serokatiya Cîgirê Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê General Markus Laubenthal, îro 14ê Tîrmehê serdana Wezareta Pêşmerge kir û ligel Birîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn civîya.

Derbarê mana hêzên Almanya li Iraq û Herêma Kurdistanê de, General Markus Laubenthal di civîna rojnamevanî de got: “Ez ê gelek zanyariyan bi xwe re bibim. Di meha Cotmeha bê de, li Almanyayê dê biryar li ser vê pirsê were dayîn.”

Cîgirê Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê tekezî li ser wê yekê kir, piştevaniya Almanya ji bo hêzên Iraqî û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dê berdewam be.

Li ser hevkariyên serbazî yên Almanya ji hêzên Pêşmerge re ku ji heyama salekê ve hatine rawestandin, General Markus Laubenthal da zanîn: “Ji ber şerê li Ukraynayê, gelek pirsgirêkên ewlekariyê ji Almanyayê re çêbûn. Almanya û welatên din gelek piştevanî dan Ukraynayê, ji ber wê pêwîst e pêşniyarên nû ji bo vê navçeyê bê kirin, lê belê dikarin piştrast bikim ku piştevaniya bo Ukrayna û dabînkirina şêwirmendê serbazî bo hêzên Pêşmerge dê berdewam bin.”

Cîgirê Wezîra Berevaniyê yê Almanyayê got: “Girîng e hêzeke xurt li herêmê hebe. Pêwîst e hemû alî bi hev re kar bikin bilindkirina karîna wan di rûbirûbûna terorê de. Em wek Almanya her tiştê ji me bê xwastin em ê bikin, lê divê pirsgirêk jî li ber çavan werin girtin.”

Birîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn di civînê de diyar kir: “Serdana Cîgirê Wezîrê Berevaniyê yê Almanyayê û şanda pê re bo Wezareta Pêşmerge, peymana piştevaniyê ye.”

Çavkanî / K24

Kurdistan Haberleri

PWK Li Stockholmê Beşdarî Pîrozbahîya 79 Salîya PDKyê Bû
PWK Ewropa, salvegera 79 salî ya PDKê pîroz dike
Heyeta PWKyê li Hewlêrê Beşdarî Pîrozbahîya 79 Salîya PDKyê Bû
Nebûna Kurdî di nav 8 zimanên xûtbeya Diyaneta Tirkiyê de rastî nerazîbûnan hat
Îdia: Piştî vekişîna Şamê, Macron dê rasterast bi Mezlûm Ebdî re bicive