Sepandina siza bo ser çalakvanên mafê jinan berdewam e

.

Li bajarê Sinê de 2 çalakvanên warê mafî jinan bo dadgeha rêjîmê li wî bajarî hatine banghêjkirin û tohmetên nû bi ser wan de hatine sepandin û herwisa barimteya azadkirina wan jî 100 milyon Tumen, zêdetir kirin.

Pêka rapora Kurdpayê, roja Duşemî 5ê Cozerdana 1404 a Rojî, Lêyla Paşayî û Baran Saêdî” çalakvanên warê mafê jinan û ji binçavkiriyên tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê li bajarê Sinê, piştî banghêîjkirina wan bo taya 2 a dadgeha înqilab a rêjîmê li bajarê Sinê bi daweriya “Mêran Remezanî” rastî 2 tohmetên nû li jêr navên “Propaganda li dijî rêjîmê û avakirina girûpên neyasayî” hatin û barimteyan wan 2 çalakvan jî 100 milyon Tumen hate zêdetirkirin.

Ew 2 çalakvanên Kurd li halekê de rastî wan tohmetane hatine ku pêştir, tohemta “kombûn û hewldan li dijî ewlehiya netewî ya rêjîmê” bi ser wan de hatibû sepandin û pêka gotina çavkaniyên agehdar, tohmeta “avakirina girûpên neyasayî” ji wan tohmetên giran e ku nigeranî li derheq sepandina sizayên giran bi ser wan 2 çalakvanên warê mafê jinan de zêdetir kiriye.

Kurdistan Haberleri

Ezîz Ozdemîr: Xwedîderketina li axa Êzdiyan erkê me yê mirovî ye
Lahûr Şêx Cengî hat desteserkirin
Haval Ebubekir: Bila hemû alî ji bo bidawîkirina vê rewşê hevkar bin
PWK: Bêtehamulîya li himberî axaftina bi kurdî tûrnûsoleka vê pêvajoyê ye
Dr. Mecîd Heqî: 500 gavên ber bi ronahiyê