Sendîkaya Rojnamevanan piştevaniya xwe ji bo saziya Kurdistan24ê nîşan dide

.

Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê di daxuyaniyekê êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê şermezar kir û piştevaniya xwe ji bo saziya Kurdistan24ê nîşan da.

Di daxuyaniya Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê de hat, “Roja 13ê Adara 2022an, bêyî ti bihaneyekê Hewlêr Paytexta Herêma Kurdistanê bi mûşekan hat aramnckirin ku xweşbextane ti ziyanên canî nebûn, ji bilî birîndarbûna du welatiyên sivîl û hin ziyanên madî.”

Di daxuyaniyê de hat gotin jî: “Encûmena Sendîkaya Rojnamevanan vê êrîşa mûşekî şermezar dike û herwiha piştevaniya xwe ji bo saziya medyayî ya Kurdistan24ê nîşan dide ku ziyanên madî yên mezin gihîştinê û hêviya selametî û berdewamiya erkê wê yê pîşeyî ji wan re dixwazin.”

Encûmena Sendîkayê daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal kir jî, bi hevahengî kar ji bo ragirtina vê êrîşa bê bihane bikin û hewla xwe di kenalên yasayî re yên navdewletî re bidin, ji bo ti caran welatiyên aştîxwaz yên Herêma Kurdistanê neyên armanckirin.

Herwiha got: “Berpirsatiya Hikûmeta Federalî ye, bi rola xwe rabe, ji bo ev cure êrîşên li ser welatiyên sivîl û bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê dubare nebin.”

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin