Sendîkaya Perwerdeyê: Hilbijartina dersa Kurdî %20 zêde bûye

.

Hevserokê Şaxa Amedê ya Sendîkaya Perwerdeyê (Egitim-Sen) Zulkuf Guneş diyar kir ku her çiqas hejmara xwendekarên ku îsal dersa Kurdî hilbijartine hê mîsoger nekirine lê li gor çavdêriya wan hejmara xwendekaran ji sedî 20 zêde bûye.

Kampanya dersa bijarte ya Kurdî ku 3ê Çile destpê kiribû heta 7ê Sibatê berdewam kir û gelek siyasetmedar, tevger, platform, weşanxane, rêxistinên sivîl, kesayetiyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê piştgiriya kampanya hilbijartina dersa bijarte ya Kurdî kirin. Lê heta niha ji aliyê Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê ve derbarê hejmara xwendekarên ku dersên Kurmancî û Zazakî hilbijartine nehatine eşkere kirin.

Hevserokê Şaxa Amedê ya Sendîkaya Perwerdê Zulkuf Guneş di daxuyaniyekê de bo medya Tirkiyê amaje bi wê yekê daye ku mamosteyên zimanê Kurdî nayên damezrandin û dibêje: “Ji 2012an ve û heta niha li seranserê Tirkiyê 120 mamosteyên zimanê Kurdî hatine damezrandin. Lê beşek ji van mamosteyan ji ber polên Kurdî nehatin vekirin ji neçarî derbasî beşên din bûn. Ligel ku salên destpêkê hejmara mamosteyan zêde bû di van salên dawî de kota bo  yek an du mamosteyan kêm kirine.”

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, xwendekarên polên 5, 6, 7 û 8an navên xwe ji bo dersên bijarte tomar kirin. Li gor proseyê eger di her polekî de 10 xwendekar dersa bijarte ya Kurdî hilbijêrin, ji bo wan di polekî taybet de heftane 2 demjimêr dersên fêrkirina Kurdî tên dayîn.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle