Senatoya Amerîkayê li dijî Tirkîyê biryareke nû pesend kir

Senatoya Amerîkayê sepandina sizayan a bi ser Tirkîyê de pesend kir.

Navenda Nûçeyan- Ji ber êrişa Tirkîyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê û herwiha kirîna sîstema moşekî S-400  a Rûsî ji alîyê wî welatî ve, ji alîyê Komîsyona Peywendîyên Derve ya Encûmena Pîran a Amerîkayê proje-yasayek hatibû qebûlkirin, îro Senatoya Amerîkayê ew proje yasa pesend kir.

Piştî vê qonaxê proje-yasa dê ji bo îmzekirinê ji Serokê Amerîkayê Donald Trump re were pêşkeşkirin.

Di wê proje-yasayê de çendîn xal hene ku eger bên cîbicîkirin, karîgerîyeke mezin li ser Tirkîyê pêk tînin. Ji wan xalan jî sepandina siza bi ser ser aborî û pîşesazîya Tirkîyê de ji xalên girîng ên wê ne.

Proje-yasa ji ber kirîna sîstema moşekî S-400  a Rûsî ji alîyê Tirkîyê ve, veguhestina firokeyên şer ên F-35 bo Tirkîyê qedexe dike ku di hilberînê de hevbeşê Amerîkayê ye.

Herwiha proje-yasaya navborî sizayan ji bo projeya TurkAkim jî lixwe digire.

Wezareta Derve ya Tirkîyê jî bersiv da û dibêje: “Bila gumana ti kesî nebe ku li dijî van tevgerên li hember Tirkîyeyê, dê tedbîrên pêwîst werin sitendin."

Rûdaw

Amerîka Haberleri

RAPOR | Amerîkayê binpêkirinên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê eşkere kir
Televîzyona Îsraîlê: Kabîneya Şer biryar da ku bersivê bide êrişa Îranê
Wê bombeyên atomî li F-35an bên montekirin
Senatoya DYAyê pêşnûmaya rawestandina frotina F-16 ya ji Tirkiyeyê re red kir
Kompanyayên navdewletî ji Tirkiyeyê vedikişin