Senatorên Amerîkî li ser binpêkirina mafên kurdan ji aliyê Erdogan ve nameyek ji Biden re şandin

.

 Komek senatorên Amerîkayê ji serokê Amerîka Joe Biden daxwaz dikin ku binpêkirinên Serkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li hember kurdan bi tundî şermezar bike û jê re sînorekî deyne.

10 senatorên Komarî û Demokrat li Encûmena Nûneran a Amerîkayê, li ser binpêkirina mafên Kurdan ji aliyê Serkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ve, nameyek ji Serokê Amerîkayê Joe Biden re şandin.

Name bi serperiştiya Senator Chris Van Hollen ê Demokrat û Senator James Lankford ê Komarî ji Joe Biden re hatiye şandin.

Di nameyê de hatiye diyarkirin ku Partiya Demokrat a Gelan (HDP) sêyem partiya Tirkiyê ye û niha desthilat hewl dide ku wê partiyê bigre, ji Biden hatiye xwestin ku Erdogan agahdar bike û eger HDP were girtin, zextên li ser Kurdan dê berdewam bibin û encamên wê dê gelek xirab bibin.

Herwiha ji Serokê Amerîkayê Joe Biden hatiye daxwazkirin ku ji bo cîbicîkirina biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û azadkirina Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş, zext li Tirkiyê were kirin.

Kurdistan Haberleri

Medvedev: Biryara Trump ya testa nuklerî dê bandorê li ser Rûsya bike
Îlham Ehmed: Ji bo Sûriyeyê sîstemeke nenavendî û demokratîk pêwîst e
Amerîkayê ji Neteweyên Yekbûyî xwest Ehmed Sera ji lîsteya terorê derxe
UNESCO gundekî Hewramanê ji bo lîsteya "Baştirîn Gundê Geştyariyê" pêşniyar dike
Kallas: Tirkiye hê jî aktorekî herêmî ye