Senatorê Amerîkî Van Hollen Banga Toleyên Dijî Tirkîyê Dike

.

Endamê Komîteya Peywendîyên Derve yê Civata Senatoran ya Amerîka, Senator Chris Van Hollen banga toleyên dijî Tirkîyê kir.

“Ger Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan endamtîya Swêd û Fînlandîya ya NATO’yê asteng bike, divê Amerîka û Yekîtîya Ewrupa (YE) hember Tirkîyê toleyan ragihînin,” Hollen ji malpera Al Monitor re got.

Senatorê Amerîkî Enqere wek hevalbendeke nedilsoz bi nav kir û got ku bê erêkirina endamtîya Swêd û Fînlandîya ya NATO’yê, ti bingeha firotina F-16’an ya ji Tirkîye re tuneye.

"Ger endamtîya Swêd û Fînlandîya neyê pejirandin, F16 ji Tirkîyê re nayê şandin. Ez egereke pir kêm dibînim ku Serok Joe Biden berîya endamtîya Swêd û Fînlandîya ya NATO’yê werin pejirandin, destûrê bide firotina F-16an."

Senatorê Demokrat Hollen herwiha anî ziman ku ger hêzên çekdar yên Tirkîyê li bakurê Sûrîyê operasyoneke bejayî pêk bîne, divê toleyên hemberî Enqerê di rojevê de bin.

Çavkanî: Al Monitor

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle