Senatorê Amerîkî li ser êrîşa dijî Mazlûm Ebdî: Nayê qebûlkirin

.

Senatorekî Amerîkî ragihand, êrîşa bo ser Balafirxaneya Silêmaniyê û armanckirina Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) General Mazlûm Ebdî nayê qebûlkirin û daxwaz kir, derbarê êrîşê de lêkolîn were kirin. û aliyên berpirs di ber êrîşê de bên cezakirin.

Senatorê Amerîkî Chris Van Hollen duh 8ê Nîsanê rojek piştî êrîşa bi dron a li ser Balafirxaneya Silêmaniyê bi mebesta armanckirina Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) General Mazlûm Ebdî  peyamek belav kir.

Di peyama xwe de ku li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kiriye, Senator Chris Van Hollen dibêje, Vê êrîşê jiyana personelên leşkerî yên Amerîkî, Hêzên Sûriyeya Demokratîk, û General Mazlûm Ebdî, hevalbendê girîng ê Amerîkayê di şerê li dijî Dewleta Islamî de, xiste metirsiyê. Ev nayê qebûlkirin.

Chris Van Hollen herwiha dibêje: Divê lêpirsîneke tam bê kirin û berpirsyar bên cezakirin.

Roja înê 7ê Nîsana 2023an, êrişeke bi dronê bo ser Balafirxaneya Silêmaniyê hat kirin.

Paşê hat aşkerekirin ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî û 3 serbazên Amerîkayê yên bi wî re, dema ku ji Silêmaniyê vedigeriyan Rojavayê Kurdistanê, bûne armanca êrîşê.

Kurdistan Haberleri

Pîr Deyan Cefer: Nêzîkî 100 hezar zarokên Êzidî li koçberiyê ji dayik bûne
Berdevkê AK Partiyê: Divê HSD jî çekan deyne
Aslanê ku hestiyên kurê xwe di qutiyê de wergirtibû: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
Bêrîvan Aymaz: Ez dixwazim berpirsiyariya bajarê Kolnê bigirim ser xwe
Midyad: Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan vedigerin warê bav û kalan