Senator ji bo Kobaniyê hatin ser xetê: Pêşniyara cezayan hat!

.

 Senatorê Komariyan Lindsey Graham û Senatorê Demokratan Chris Van Hollen ji bo ceza li ser Tirkiyeyê bên ferzkirin projeyasayek pêşniyar kir.

Chris Van Hollen ev agahî bi rêya hesabê xwe yê Xê da.

Tirkiye rojên dawiyê hêzan dişîne ser sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê.

Kom û komikên çekdar ên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan jî bi taybetî êrişî Pira Qereqozaqê û Bendava Tişrînê dikin.

Senatorên Amerîkayî dixwazin ku Tirkiye agirbestê qebûl bike û êrişî Kobaniyê neke.

“Min û Graham îro projeyasayek pêşniyar kir”

Senatorê Demokratan Chris Van Hollen bi rêya hesabê xwe yê Xê ragihand:

“Êrişên hêzên çekdar ên li ser şirîkên me yên Kurd li ber hewlên me yên ji bo ewlehiya herêmî û rêlibergirtina zindîbûna DAIŞê dibin kelem.

Min û Graham îro projeyasayek pêşniyar kir ku dê sizayan li Tirkiyeyê bisepîne.

Eger agirbestê û herêma bêçekkirî qebûl nekin divê ev bikeve meriyetê.

Em li dûv Sûriyeyeke lixwegir, seqamgîr û yekgirtî digerin, piştgirîdayîna şirîkên me yên Kurd ji bo vê armanca me gelekî girîng e.”

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî diçe Îmaratê
Krîza 'dorpêça dualî' ya li Tengava Hurmizê kûrtir dibe
Xezîneyeke nû ya zimanê Kurdî: Etîmolojiya zaravayên Kurdî derket
Yekîtiya Ewropayê bangî Îranê kir: Îdaman rawestînin û girtiyan serbest berdin
Îraq: Pergala dijîdron Herêma Kurdistanê li xwe nagire