Şemdîn: Armanca Tirkiyê guhertina demografiya Rojavayê Kurdistanê ye

.

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd a li Sûriyê (PDPK-S) Elî Şemdîn diyar kir, “armanca siyaseta Erdogan, guhertina demografiyê li seranserê sînorê Rojava yê ligel dewleta Tirkiyê ye”.

Elî Şemdîn beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser gefên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên li dijî Rojavayê Kurdistanê, axivî.

Şemdîn diyar kir, “Di van deh salên derbasbûyî de encamên siyaseta Erdogan a li Sûriyê ew e ku tiştê gotiye kiriye û bi xerabtir kiriye û nîşaneya wê jî dagirkirina Efrîn û Serê Kaniyê û Girê Spî ye ku Erdogan dema gef xwariye, gefa xwe cîbicî kiriye”.

Elî Şemdîn dibêje: “Ji ber vê yekê, eger fişareke navdewletî li ser Erdogan çêdibe ku nahêle gefa xwe bibe serî jî, xelkê Kurd li Sûriyê, li Rojava, dema Erdogan gefan dixwe, weke ku derbas dibe û weke cîbicî dike, eger cîbicî jî neke, li cem miletê Kurd li Sûriyê tê wê wateyê ku Erdogan dê tiştekî bike.”

Herwiha destnîşan kir: “Tenê yek armanca siyaseta Erdogan heye, ew jî guhertina demografiyê li seranserê sînorê Rojava ligel dewleta Tirkiyê, li wê derê guhertineke demografiyê çêbike û mixabin heta astekê jî ev armanc cîbicî kiriye.”

Endamê Polîtburoya PDPK-S Elî Şemdîn derbarê gefên Serokomarê Tirkiyê yên van demên dawî yên li dijî Rojavayê Kurdistanê diyar kir: “Ji ber ku hilbijartinên Tirkiyê nêzîk bûne, (Erdogan) dixwaze berî hilbijartinan rolekê bilîze di Rojava de li dijî Kurd ku karibe dengên xwe li Tirkiyê zêde bike.”

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye