Sema Gedo ya 16 salî hat azadkirin

.

Sema Fethula Gedo ya 16 salî ku ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hatibû birin, ji bo malbata wê hate vegerandin.

Sema Fethula Gedo ya 16 salî, wek ku malbata wê gotibû, nexweşiya derûnî ya demdirêj heye û ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve 19ê Kanûna 2021an hatibû birin.

Sema Fethula Gedo ji bo malbata wê hat vegerandin.

Dema ku hatibû birin, bavê wê Fethî Gedo, bi rêya Rûdawê bang li berpirsên Rêveberiya Xweser û fermandarê giştî yê HSD Mezlûm Kobanî kiribû ku keça wî vegerînin.

Fethula Gedo diyar kiribû  ji wî re hatiye gotin: “Em dê çend demjimêrên din keça te vegerînin. Em li hemû Qamişlo li pey Semayê geriyan, ji Asayişa Giştî bigire ta digihije Asayişa Jin, Ofîsa Karûbarên Civakî, Navenda Civakî. 28ê mehê kurtevîdyoyek nîşan dan û gotin, `keça te li binkeya ciwanan e li Qamişlo û sê rojên din vedigere.”

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin