Şelal Gedo: Rûsya û Amerîka rê nadin Tirkiye êrişî Rojava bike

.

 Medyaya ser bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk dîmenên asewarên topbarankirina gundên derdora Til Temir û Zerganê belav kir. Di dîmenan de diyar dibe ku ji bilî ziyanên canî, zererên mezin gihiştine mal û milkê welatiyên wan gundan. Şelal Gedo, Nûnerê ENKS di Îtîlafa Opozisyona Sûriyê de jî ji Rûdawê re got, “Rûsya û Amerîka dê rê nedin Tirkiyê êrîşeke befireh bike.”

Roja Sêşemê, bi şev, hêzên hiûkmeta Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê dest bi topbaankirina çend gundên li başûrê Zerganê, û bakur û rojavayê Til Temirê kiribûn.

Di encam de, 4 kesan canê xwe ji dest dabûn û 12 kesên din jî birîndar bûbûn.

Roja çarşemê, hêzên HSD ragihandibûn ku artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar dest bi êrîşa bejayî bo ser gundê Um el-Kêf kirine, lê ew êrîş hatiye têkşikand.

Derbarê egera berfirehbûna van êrîşên Tirkiyê, Şelal Gedo, Nûnerê ENKS di Îtîlafa Opozisyona Sûriyê de ji Rûdawê re got, “Rûsya û Amerîka dê rê nedin Tirkiyê êrîşeke befireh bike.”

Şelal Gedo got, “bi nêrîna me hîna glopa kesk tune ye ji bo êrişeke berfireh li ser deverên Kurdî yan deverên ne Kurdî, ji aliyê artêşa Tirkiyê be yan opozisyona Sûriyê. Ev glopa kesk heta niha bi temamî xelkê nedaye, ku ew êriş careke din çê bibe bi taybetî li ser bajarên mezin, ji ber ku dever aniha ne tenê Kurd lê dijîn, devera rojhilatê Firatê beşekî mezin e ji Sûriyê û bi baweriya me Amerîka glopa kesk vênaxe û Rûsya jî herwisa glopa kesk vênaxe ku êrişek mezin bi taybet bo ser bajarên mezin çê bibe.”

Piştî ku ji bo çend demjimêran rewş li wan gundên Til Temir û Zirganê hêmin bûbû, medyaya ser bi Rêveberiya Xweser ve, ragihand ku şeva Çarşemê careke din Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar yên girêdayî wê, bajarokê Zirgan û gundên derdora wê topbaran kirine, di encam de 7 kes birîndar bûne û hemû bo nexweşxaneya Dirbêsiyê hatine veguhastin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Parêzgarê Hewlêrê Li Amedê Seredana PWKyê Kir
PWK: 1ê Gulanê li hemû karker û kedkarên cîhanê piroz be
Amerîka: Em ji hewl û xebatên serok Barzanî yên hilbijartinê agahdarin û dibînin
Rêya Wanê û Miksê 130 roje girtiye
Siyasetmedar û rewşenbîr Kamîl Jîr wefat kir