Seidî Pîre: PDK û YNK divê bi hev re kar bikin

.

Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Seidî Pîre tekezî li pêwîstiya bihevre karkirina PDK û YNK dike û daxwaza çareserkirina kêşeyên navbera herdu aliyan bi gotûbêjan dike.

 Endamê Polîtburoya YNKê Seidî Ehmed Pîre ragihand, tenê rê li ber PDK  û YNKê bihevre karkirin e û hêviya xwe anî ziman ku herdu alî bigihin qenaetê û hevşêweya dezgeha hilbijartinan a herdu partiyan, rûnin û kêşeyên serbazî, ewlehî, siyasî û aborî gotûbêj bikin.

Derbarê rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, Seidî Pîre destnîşan kir, her mijarek di berjewendiya miletê de be, serkeftin e.

Roja Sêşemê 4ê Nîsana 2023an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Bexdayê kir û ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî hat pêşwazîkirin, piştre bi amadebûna herdu aliyan, di merasîmekê de rêkeftina destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Kompaniya Somo hat îmzekirin.

K24

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’