Segvan Sindî: Iraqê hewl da rola saziyên ewlehiya Herêma Kurdistanê ya di kuştina birêveberê DAIŞê de veşêre

.

Cîgirê Serokê Lijneya Ewlehiyê ya Parlamentoya Iraqê Segvan Sindî diyar kir ku Iraqê hewl da rola sereke ya Kurdistanê ya di kuştina birêveberê DAIŞê (Ebû Xedîce) Ebdula Mekî Muslih Refî’î veşêre ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di daxuyaniya xwe de behsa nekir. 

Lê belê, Amerîkayê bi fermî spasiya saziyên ewlehiya Kurdistanê kir, û Sindî tekez kir ku ev yek baweriya cîhanê bi hêza Kurdistanê nîşan dide. 

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand ku Ebdula Mekî Muslih Refî'î, bi navê (Ebû Xedîce), cîgirê xelîfê DAIŞê û berpirsê rêxistinê li Iraq û Sûriyê, di operasyonekê de hat kuştin. 

Operasyon piştî çend salan dûvçûn û hevkariya bi Hêzên Hevpeyman û Îstixbarata Iraqê re pêk hat. 

Zanyariyên Asayîşa Kurdistanê bingeha çalakiyê bûn, ku tê de êrîşeke hewayî bi droneyan li ser otomobîla wî hate kirin, wêneyên wê ji aliyê CENTCOMê ve hatin belavkirin.

Donald Trump jî piştgirî û rola Herêma Kurdistanê ya di vê operasyonê de li ser hesabê Xê bi vî awayî anîbû zimên: 

“Ew terorîst ji aliyê cengawerên me yên qehreman ve bû armanc û jiyana wî ya pûç, li gel endamekî din ê DAIŞê bi dawî hat. Bi hemahengiya li gel Hikûmeta Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew yek pêk hat. Bidestanîna aştiyê bi rêya hêzê ve ye.’’

Kurdistan Haberleri

Waltz û cîgirê xwe dest ji karê xwe berdidin
Mesrefên leşkerî li seranserê cîhanê gihîştin asta herî bilind a 36 salan
Parêzagariya Stenbolê: 384 kes di çalakiyên 1ê Gulanê de hatin desteserkirin
Akademîsyen Azad Elî: Beşeke Durziyan Kurd in
Lêkolîn - Xizaniya herî zêde li Bakurê Kurdistanê ye