Sefîn Dizeyî: Pêwîst e Hikûmeta Federal bilez rê li ber êrîşê li Kormorê bigire

.

Sefîn Dizeyî: Ji bo parastina serî malên karkeran û gelê herêmê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê her gavekê.

Berpirsê Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, pêwîst e Hikûmeta Federal rêkarên bilez bigire û rê li ber van mûşekbaran bigire.

Berpirsê Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” nivîsî: “Bi tundî êrîşa li ser kêlgeha gazê ya Kormorê şermezar dikim, ev çend car in êrîşên teroristî li ser wê tê kirin.”

Sefîn Dizeyî tekez kir: “Pêwîst e Hikûmeta Federal rêkarên bilez bigire û rê li ber van mûşekbaran bigire.”

Berpirsê Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, ji bo parastina serî malên karkeran û gelê herêmê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê her gavekê biavêje.

K24

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle