Sedema ketina helîkoptera Amerîkayê li Idlibê eşkere bû

.

Piştî operasyona kuştina Xelîfeyê DAIŞê Ebu Îbrahîm El-Haşimî El-Qureyşî li bajarokê Etma yê Idlibê, helîkoptereke şer a Amerîkî  li bajarokê Cindirêsê ketibû xwarê, Pentagon dibêje ji ber pirsgirêkeke teknîkî wan ev hêlîkopter xistiye daku teknelojiya wan a pêşkeftî nekeve destê ti kesî. Koçberek jî dibêje helîkopter bi mûşekan hat xistin.

Helîkoptera şer a Amerîkî ye li bajarokê Cindirêsê yê Efrînê li Rojavayê Kurdistanê ketî, derbarê wê de Pentagon dibêje wan bi xwe ev helîkopter xistiye.

Xelkên navçeyê behsa ketina vê helîkopterê dikin.

Koçberê bi navê Husên Yûsif dibêje: “Piştî ku helîkopter firiyan bi du xulekan, mûşek hatin avêtin, yekem mûşek li  hêlîkopterê ket  û ew teqand,  mûşeka duyem jî lê ket, piştre dest bi avêtina topan kirin.”

Ebu Mihemed jî got: “Teqîn li vê derê çê bûn, sibehê em rabin me dît hêlîkopterek hatiye xistin, sê çar mûşek sibehê bo ser vê navçeyê hatin avêtin.”

Ew cih tenê 10 kîlometran ji mala Îbrahîm El-Haşimî El-Qureyşî dûr e.

Wezareta Berevaniya Amerîkayê dibêje, di wî şerî de ti guleyên dijmin li hêlîkopterên wan neketin, tenê ji ber pirsgirêka teknîkî wan ew hêlîkopter xist daku teknelojiya pêşkeftî ya Amerîkayê nekeve destê wan.

Sala 2011an jî di operasyona kuştina serokê Rêxistina Qaîde li Pakistanê Ûsama Bin Ladin, ji ber heman pirsgirêkê, hêzên Amerîkî hêlîkoptereke xwe xistibûn xwarê.

Kurdistan Haberleri

Mehmet Tanriverdî: Dayika wezîreke Almanyayê ji Kurdistanê ye
Xem û hêstir li Dubisê: Malbatên Enfalkiriyan piştî 22 salan hîn jî li ezîzên xwe digerin
Sûriye: Em ê bi Tirkiyeyê re li ser îtxalkirina elektrîkê li hev bikin
Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de