Sebastian Gorka: Xwedê dostên me yên Kurd biparêze

.

 Alîkarê Şêwirmendê Serokê Amerîkayê Sebastian Gorka ragihand ku ti dever nabe bibe cihê êrişkirina li ser welatiyên Amerîkayê û got, "Xwedê dostên me yên Kurd biparêze."

Birêvebirê bilind ê îdareya Trump Sebastian Gorka li ser têkoşîna li dijî terorê, ji Nûçegihanê Rûdawê yê li Washingtonê re got:

"Siyaseta Serok (Trump) gelekî sade ye. Ti dever nabe bibe cihê êrişkirina li ser welatiyên Amerîkayê."

Gorka pesnê kar û xebatên gelê Kurd da û got:

"Xwedê Kurdên dostên me biparêze ji bo hemû tiştên ku wan ji bo bidestxistina vê armancê kirine."

Berpirsê Amerîkayî 25ê Çiriya Pêşîn a 2017an jî ji Rûdawê re gotibû:

"Ez dikarim bi dilniyayî bêjim ku Serok piştgiriyeke xurt ji gelê Kurd re dike. Ew dizane ku Kurdan di van salên dawiyê de gelek tişt ji bo aramiya herêmê kirine."

Gorka di her du dewrên serokatiya Trump de alîkar bûye û temenê wî 54 sal e, welatiyl Amerîka,Brîtanya û Macaristanê ye.

Kurdistan Haberleri

Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide
JD Vance: Em dixwazin Rojhilata Navîn bi dîplomasiyê biguherînin
Şikefta Hezar Mêrd.. Cihekî ji serdema kevirî li Silêmaniyê
Netanyahu: Me rê li ber rûxandina birêvebiriya Tehranê xweş kir
Hevpeyvîn digel “Mîrza Akar” Endamê Rêveberîya Partîya Welatparêzê Kurdistan-PWK