Sê roj in 3 kolberên Kurd li ser sînor winda bûne

.

Li ser sînorê Bakur û Rojhilat winda bûne û heta niha jî ti agahiyek ji wan tune ye.

Sê kolberên xelkê devera Mirgever ya Urmiyê, ev sê roj in li ser sînorê Bakur û Rojhilat winda bûne û heta niha jî ti agahiyek ji wan tune ye.

Pêr 3 kolberên Kurd ên bi navên Barzan Mîhendî, Eshed Seydanîferd û Behlûl Seydanîferd, dema ji gundekî Bakurê Kurdistanê vedigeriyan, li geliyê Bênar pêwendiya wan qut bû û ji wê demê ve heta niha ti agahiyek ji wan tune ye.

Ew kolber xelkê gundê Bawan yê devera Mirgever in. Mirovên wan kolberan û xelkê gund heta niha li wan digerin lê hîn nedîtine.

Tê gotin ku ew kolberên Kurd çûne gundê Gelişêm yê devera Şemzînan ya Bakurê Kurdistanê û piştî ku karên xwe xilas kirine, di vegerê de li geliyê Bênarê li aliyê Rojhilat winda bûne.

Hinek dibêjin îhtimal heye ketibin bin aşûtê ji ber ku li wan deveran her zivistan aşût tê û par jî meha Çileyê, 5 kolberên Rojhilatî li ser sînor ketibûn bin aşûtê û canê xwe ji dest dabûn.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle