Sê lîderên Şî’a bi fetwayê destekê dan Ayetullah Hamaney

.

Piştî şerê navbera Îsraîlê û Îranê, 3 lîderên Şîa li ser sûîqesta ku Îsraîlê goya dixwest an dixwaze li serokê dînî yê Îranê Ayetullah Hamaney bikuje, destekê dan Hamaney û li ser mijarê fetwayekî dan.

Her sê lîder di fetwa xwe de gotin ku eger planekî kuştina Hamaney hebe ev tê vateya ‘şerê li hemberê Îslamê’ û parastina Hamaney û meqamê Şîan ‘wezîfa her Misilmanî ya dînî’ ye.

Her sê lîderên Şîa yên ku fetwayê dane û destekê dane Hamaney li gor çapameniya Îranê ev in: Ayetullah Nasir Mekarim Şîrazî, Ayetullah Huseyin Nuri Hemedani û Ayetullah Ali Ekber Huseyni Haeri ne û di mijarê de bi hevre ne. Di fetwa xwe de bi kurtayî weha gotin:

“Her êrîşa ku bikin ser Hamaney û meqamên Şîa tê vateya dijminahiya Îslamê û Xwedê. Bi vê sedemê bergiriya Hamaney berpirsiyariya temamê Misilmana ye.”

Kurdistan Haberleri

Îran daxwaza sîstema "S-400" ji Rûsyayê dike
Pêwendiyên PDK û YNKyê roj bi roj aloztir dibin
Serok Barzanî û Elî Zeydî bi telefonê axivîn
Dayîkên li Qamişloyê li benda zarokên xwe ne: 'Doz doza kezebê ye'
Geştên hewayî li ser rêya Kerkûk-Enqereyê ji nû ve dest pê dikin