Sê hevpeymaniyên siyasî sebaret bi Roja Xwendekarên Îranê daxuyanîyekî belav kirin

.

Roja 05.12.2022an ji alîyê Kongreya Netewên Îrana Federal, Şêwra Demokrat a Îranê û Hevbendiya Azadî û Wekheviyê li Îranê bi daxuyaniyekê piştgirî dan grev û xwenîşandana 3 rojî ya 5ê Kanûna Pêşî ya Roja Xwendekarên Îranê.

Teksta daxuyaniyê wiha ye:

Di Cejna Xwendekaran de emê li dijî zilm û zordariyê bi xwendekaran re bibin yek.
Roja xwendekaran îsal hevdem e ligel serhildana giştî ya gelên Îranê li dijî rejîma Axûndî.
Encumena Şoreşgerî ya Kolanên Kurdistanê û Îranê bi daxuyaniyekê banga 5ê Kanûna Pêşî Roja Xwendekaran kir. Di 5’ê Kanûna Pêşî Roja Xwendekaran de û destnîşan kir ku têkoşîn û şoreşa li dijî dîktatorî û rejîma Axûndî heta bigihêjin armancên me wê bidome.

Tevgera xwendekarên Îranê ji destpêka damezrandina xwe ve li zanîngeha Tehranê, rûbirûyê zulmê bûye û ji bo parastina mafên gel bê tirs têdikoşe.

Xwendekarên muxalif hem di serdema tarî ya padîşahiyê de û hem jî di dema desthilatdariya olî û axûndî de her tim hewl dane edalet û demokrasiyê ava bikin.

Diktatoriya îslamî ji destpêkê ve zanibû ku hêza xwendekar li zanîngehan metirsiyeke mezin e li ser desthilata wan û ji ber wê jî di heyama desthilatdariya dewleta xwe ya dîktator de bi berdewamî zor û tepeserkirina xwendekar û xelkê kirine.

"Em her sê hevpeymaniyên siyasî tevî pîrozkirina roja xwendekaran, emê di rojên diyarkirî de ligel gelê mêrxas û netirs ê Îranê dakevin qadan û îsbat bikin ku hemû gelên Îranê û çînên cûda bi dirûşmên jin, jiyan û azadî ne. 
Ji bo hilweşandina komara sûc em hemû hatine cem hev.

Xwendekar dimire, lê bindestiyê qebûl nake!

Tevgera şoreşger a Jin, jiyan, azadî pîroz be!

Kongreya Netewên Îrana Federal
Encûmena Demokrat a Îranê
Hevgirtin ji bo Azadî û Wekheviyê li Îranê

Kurdistan Haberleri

KURD-KAVê 26’emîn kongireya xwe ya asayî lidarxist
Îraqê li ser xwefesixkirina PKKyê daxuyanî da
Li bajarê Seqizê, rêûresmek bo yada şehîdên şoreşa Jînayê bi rê ve ço
Tekoşîna Îsmaîl Beşikçî ya bo Kurditiyê bû belgefilm
Heleb | Du zarokên Kurd bi teqîna mayînê can dan