Saziyên sivîl piştgiriya xwe ji bo Serokê Baroya Diyarbekirê ragihand

.

Çend roj berê, bi riya medyaya civakî gefa kuştinê li Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren û malbata wî hatibû xwarin, li ser vê yekê saziyên sivîl piştgiriya xwe ji bo Serokê Baroya Diyarbekirê ragihand.

Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr ya Diyarbekirê bi daxuyaniyeke hevpar ragihand ku pêvajoya kuştina Serokê berê yê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî jî bi gefxwarinê dest pê kiribû û lewma ew li hemberî van gefan piştgiriya Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren dikin.

Çend roj berê, bi riya medyaya civakî gefa kuştinê li Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren û malbata wî hat xwarin. Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê û 81 baroyên Bakur û Tirkiyeyê bertek nîşanî gefxwarinê dan û piştgiriya xwe ji bo Nahît Eren ragihand.

Saziyên civaka sivîl di daxuyaniyeke hevpar de behsa girîngiya pêvajoya hilbijartinan hat kirin û hat gotin ku ew dixwazin di nava şahiyê de beşdarî hilbijartinan bibin lêbelê tirsa wan ew e ku hin alî provokasyonan bikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di qada navxweyî û navdewletî de cihekî girîng yê Baroya Diyarbekirê heye û ew qebûl nakin ku tu alî gefê li Serokê Baroyê bixwe.

Di daxuyaniyê de behsa bûyerên salên 1990î hat kirin û hat gotin ku, bi sembolên hêzên paramîlîter gef li wan tên xwarin, lê ew van gefan qebûl nakin.

Herwiha di daxuyaniyê de behsa pêvajoya kuştina Serokê berê yê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî hat kirin û hat gotin ku hêj ew birîn necebiriye û ew dê li hemberî van gefan bêdeng nemînin.

Endamên Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr ya Diyarbekirê bang li rayedarên dadweriyê jî kirin ku demildest van kesên ku gefan li Nahît Eren dixwin bêne tesbîtkirin û sizadan.

(K24)

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt