Saziya Tiba Edlî eşkere kir: Narîn Guran çawa hat kuştin?

.

 Saziya Tipa Edlî diyar kir ku Narîn Guran ji ber sedema “nemana oksîjenê ya ji ber girtina dev û poz û guvaştina stûyê” canê xwe ji dest daye.

Li gor agahiyên AAyê, Komîsyona Pispor a 1emîn a Tiba Edlî nirxandina dokumanên tiba edlî û rapora otopsiyê ya Narîn Guranê şand Serdozgeriya Komarê ya Amedê.

Narîn Gurana 8 salî 21ê Tebaxê winda bû û 8ê Îlonê cenazeyê wê li gundê Çilûyê yê navçeya Rezana Amedê di ava çemê nêzîkî gund de hat dîtin.

Di raporê de hat gotin ku “bi amarên berdest nirxandina bijîşkî ya ku Narîn Guran rastî êrişa zayendî hatiye yan na” nayê kirin û Narîn Guran 21ê Tebaxê roja ku winda bûbû canê xwe ji dest daye.

Di raporê de hat diyarkirin ku lingê ji çoka çepê qut bûye jî ji aliyê ajelên ku piştî mirinê çûne wir çêbûye û wiha hat gotin:

“Bi yekdengî hat qebûlkirin ku mirina zarok bi nemana oksîjenê ya ji ber girtina dev û poz û guvaştina stûyê bûye.”

Encama rapora Komîsyona Pispor a 2yemîn a Tiba Edlî ya ku şopa diranên li ser milê Enes Guranê birayê Narîn Guranê lêkolîn kir jî dê sibe were eşkerekirin.

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin