Saziya Netewên Yekgirtî, binpêkirina mafê mirove li Îranê de şermezar kir

.

Komîteya Sêyem a Kora Giştî ya Saziya Netewên yekgirtî, bi erêkirina biryarnameyekê, kiryarên rêjîma îslamiya Îranê li binpêkirina mafê mirov, şermezare kir.

Roja Çarşemî 30ê Xezelwerê, Komîteya Sêyem a Kora Giştî ya Saziya Netewên Yekgirtî, bi erêkirina biryarnameyek ya pêşniyara dewleta Kanadayê, bi 80 dengên erê, 28 dengên bêalî û 68 dengên nerênî, li dijî rêjîma Îranê li derheq binpêkirina mafê mirovî li Îranê ji aliyê vê rêjîmê, şermezar kir.

Şermezarkirina rêjîma Îranê ji aliyê Saziya Netewêpn Yekgirtî li halekê de ye ku welatên wek Kanada, Alman û Saziya Netewên Yekgirtî, li wan çend rojên derbasbûyî de daxwaz ji rêjîma Îranê kiribûn ku sepandina sizaya bidarvekirinê bi ser neraziyan de bisekinîne û berdevkê dezgeha dad a rêjîmê jî tekezî kiribû ku sepandina wan sizayan dibê bibe sedema rêgirîkirin û poşmanbûnê.

Li vê biryarnameyê de îşare bi serkuta tundûtîj a neraziyan û bikaranaîna hêza zêde ya tundûtîjî li dijê nerizayetiyên aşîtîxwazane bi taybet li dijî jin û zarokan hatiye kirin ku divê rêjîma Îranê wan kiryaran bisekinîne.

Li hember de nûneratiya rêjîma Îranê, li kora giştî ya Saziya netewên yekgirtî de ew biryarname şermşezar kir! Ku dide xuya rêjîma Îranê ti giringî û bihayekê nade bi mafên mirovî.

Kurdistan Haberleri

Çar welat amadekariyan bo vekirina nûneratiyên xwe li Hewlêrê dikin
Li Zaxoyê bi 22 milyon dolaran kargeheke dermanan tê avakirin
HISÎÇA - Suryan ji bo maf û zimanê xwe rabûn ser pêyan
Nameyek girîng a Barzanî bo balyozê Amerîkayê (1965):
Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide