Saziya ewlehiya navxweyî ya Almaniyayê: “Rejîma Îranê li Almaniyayê mijûlê sîxurîkirin li ser dijberê xwe ye”

.

Rojnameya Almanî ya bi navê “Wêlt Am Sontag”ê belav kiriye ku pêka belgeyan, sîxurîkirina karbidestên ewlehî yên rejîma Îranê ji kesên dijberê rejîma Îranê li Alamniyayê de hatiye eşkerekirin.

Dewleta Almaniyayê ku berî jî huşdarî dabû ku welatiyên Almanî yên du nasnameyî serdana Îranê nekin ku gefa binçavkirin û sepandina tohmetên çewt û îdamkirinê heye û dabû zanîn ku sîxurîkirina karbidestên ewlehî yên rejîma Îranê û sîxuran di Almaniyayê de zêde bûye û di vê derheqê belge li ber dest hene.

Almaniyayê bi tekezî gotiye: “Rejîma Îranê, girûp û kesayetiyên dijberê xwe, wek gefek li ser rejîma xwe dizane û navendên ewlehiya navxweyî yên Almaniyayê nasnameya 160 kesên girêdayî Spaha Pasdaran di Almaniyayê de peyda kiriye.

Herwisa Navenda Ewlehiya Navweyî ya Almaniyayê daye zanîn ku rengehiya sîxurîkirin li ser Îraniyên rûniştiyê Almaniyayê ji aliyê sîxurên rejîmê bo komkirina zaniyariyan heye û renge wêne û girte vîdiyoyên xwenîşandanan ku Îraniyên li Almaniyayê li ser torên civakî belav dikin, karê sîxuriya sîxurên rejîma Îranê hêsantir bike.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle