Saziya Birêvebirina Koçberan: Li Tirkiyeyê 990 hezar û 663 kesên biyanî hene

.

Li gorî daxuyaniya Saziyê, 554 hezar û 114 sûriyeyî “bi dilxwazî, di nava ewlehiyê de û bi serbilindî vegeriyane.”

Saziya Birêvebiriya Karûbarên Koçberan a Wezareta Karûbarên Derve hejmara biyaniyan ên li Tirkiyeyê aşkere kiriye.

Li gorî daxuyaniya Saziyê, hejmara sûriyeyên li gorî statuya parastina demkî li Tirkiyeyê dimînin 3 milyon û 381 hezar û 429 e. Li gorî heman daxuyaniyê, 554 hezar û 114 sûriyeyî “bi dilxwazî, di nava ewlehiyê de û bi serbilindî vegeriyane.”

300 hezar û 720 penaber li gorî statuya parastina navnetewî, milyon û 308 hezar û 514 kesên biyanî jî bi destûra lêrûniştin ango îkametê li Tirkiyeyê dimînin.

Hejmara biyaniyên li Tirkiyeyê li ser hev 4 milyon û 990 hezar û 663 e.

Parlamenterê Kayseriyê yê AKPyê û Wezîrê Berevaniya Netewî Hûlûsî Akarî duh (24ê Gulanê) gotiye, “Qertelên me yên li ser hidûdan, lehengên me di pênc salên dawiyê de nêzîkî 3 milyon û 300 hezar kesên xwestine bi rêyên dijyasayî derbas bibin, asteng kirine. Têkoşîna me ya li vir bi rengekî xurt dewam dike.”

Li gorî daxuyaniya Saziya Birêvebirina Karûbarên Koçberan, ji sala 2018an û vir ve milyon û 77 hezar u 48 penaberên nebirêkûpêk hatine girtin. 

Kurdistan Haberleri

Waltz û cîgirê xwe dest ji karê xwe berdidin
Mesrefên leşkerî li seranserê cîhanê gihîştin asta herî bilind a 36 salan
Parêzagariya Stenbolê: 384 kes di çalakiyên 1ê Gulanê de hatin desteserkirin
Akademîsyen Azad Elî: Beşeke Durziyan Kurd in
Lêkolîn - Xizaniya herî zêde li Bakurê Kurdistanê ye