Şaxewan Ebdullah: Pirsgirêka zeviyên cotkarên Kurd çareser dibe

.

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê diyar kir, ew li ser hewlên xwe yên ji bo çareserkirina pirsgirêka zeviyên cotkarên Kurd li Kerkûk a Başûrê Kurdistanê berdewam in û di vê çarçoveyê de, roja Duşemê dê civîneke bi biryar pêk bînin û got, “Me nehişt ku cotkarên me di bin zextan de bin” her wiha destnîşan kir li her cihê ku artêş piştgiriya Erebên hawirde bide “Me desterdan kirine û me ew rawestandine.”

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah îro Pêncşemê 8ê Berfanbara 2022an li ser pirsgirêka zeviyên cotkarên Kurd ên Kerkûkê, madeya 140, firokexaneya Kerkûkê û li ser çend pirsên din ji Rûdawê re axivî.

Şaxewan Ebdullah pirsgirêka zeviyên cotkarên Kurd ên Kerkûkê ragihand, niha mijara çareserkirina zeviyên çandiniyê û projeyasaya hilweşandina biryarên Partiya Beas yek ji wan xalên ku di parlamentoyê de deng li ser hatine dayîn ku berê tenê pişt bi madeya 140 dihat spartin.

Şaxewan Ebdullah ku beriya niha bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî û pêkhateyên Kerkûkê li ser mijara zeviyên cotkarên Kurd li Kerkûkê civînek li dar xistibû got, “Me di civîna dawî de pêşketineke baş bi dest xist û roja Duşema bê em ê civîneke diyarker li dar bixin.”

Şaxewan Ebdullah li ser karnameya hikûmeta nû ya Iraqê û madeya 140 anî ziman, “Peykerê nû yê madeya 140 dê di budceya 2023an de ji nû ve were dîzaynkirin û fînansekirin, ji ber ku gelek xelkê me li Mûsil, Xaneqîn û Kerkûkê mane ku divê werin qerebûkirin.”

Kurdistan Haberleri

Xem û hêstir li Dubisê: Malbatên Enfalkiriyan piştî 22 salan hîn jî li ezîzên xwe digerin
Sûriye: Em ê bi Tirkiyeyê re li ser îtxalkirina elektrîkê li hev bikin
Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de
Di ser Komkujiya Dêrsimê re 88 sal derbas bûn: Ji bo sivikkirina êşê ti gav nehatine avêtin