Şaxewan Ebdula: Civîna serokên firaksiyonên Kurdistanî ji bo yekdengiya Kurdan li Bexdayê ye

.

Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê radigehîne, “Gelek nemaye ku arêşeya neşandina pereyê genimê cotyarên Herêma Kurdistanê çare dibe.” Herwesa dibêje, “Armanca me ji civîna serokên firaksiyonên Kurdistanî yekdengiya Kurdan li Bexdayê ye.”

Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê Şaxewan Ebdula îro (Yekşem, 01.09.2024) ji rojnamevanan re got, “Gelek nemaye ku arêşeya pereyê genimê cotyarên Herêma Kurdistanê çare bibe. Ez li ser wê mijarê bi Wezîrê Bazirganî re civiyam û biryar e îşev jî li ser hejmareke pirsên giring bi Serokwezîrê Îraqê re bicivim, yek ji wan pirsan jî mijara genimê cotyaran e.”

Li ser wê civîna ku biryar e di navbera serokên firaksiyonên Kurdistanî de bê kirin, Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê tekez kir ku armanca wan ji wê civînê yekdengiya Kurdan li Bexdayê ye, xasma jî li ser pirsa mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê.

Biryar e îro (Yekşem, 01.09.2024) seet 08:00 ê êvarê firaksiyonên Kurdistanî li mala Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê Şaxewan Ebdula bicivin û danûstandinan li ser pirsa mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê û çend pirsên din bikin.

K24

Kurdistan Haberleri

Can Azbay: Erkê me hemûyan e ku ji bo azadî û serfirazîyê, bi yekgirtina neteweyî, em Alaya Kurdistanê her dem bilind bikin
PWK: Me Bûyera 49an ji bîr nekirîye û emê ji bîr nekin
Serok Barzanî: Ala Kurdistanê sembol û nîşaneke pîroz a gelê me ye
Trump Sûriye xiste lîsteya qedexeyê
Li Bokanê pêşangeha 'Jin'ê: 40 hunermendan çanda Kurdan xêz kir