Şaxewan Ebdila: Rênimayên nû bo bicihanîna qanûna vegerandina zeviyên Kurdan derdikevin

.

 Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê radigehîne ku, Serokwezîrê Îraqê Sikirtariyeta Giştî ya Civata Wezîrên Îraqê bi derxistina rênimayên taybet ji bo bicihanîna qanûna vegerandina zeviyan ji bo xwediyên wan li Kerkûkê raspart.

Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê Şaxewan Ebdila îro (Yekşem, 02.03.2025) parve kir, “Îro Serokwezîrê Îraqê Sikirtariyeta Giştî ya Civata Wezîrên Îraqê bi derxistina rênimayên taybet ji bo bicihanîna qanûna vegerandina zeviyan ji bo xwediyên wan raspart.”

Şaxewan Ebdila ron jî kir, “Piştî ku me li roja 17.02.2025ê daxwaziyek arasteyî Serokwezîrê Îraqê kir, li ser arêşeyên cotyaran û bicihanîna qanûna pûçkirina biryarên partiya Beis, Serokwezîrî Ferîq Ebdilkerîm Sûdanî raspart û lijneyek çê kir û şand Kerkûkê, û wê lijneyê jî hejmareke pêşniyaran arasteyî Serokwezîrî kir.”

Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê amaje jî da, “Îro Ferîq Ebdilkerîm ez haydar kirim ku ji bilî pejirandina pêşniyaran, Sikirtariyeta Giştî ya Civata Wezîrên Îraqê jî bi derxistina rênimayên taybet ji bo bicihanîna qanûna vegerandina zeviyan ji bo xwediyên wan raspartiye.”

Kurdistan Haberleri

Krîza 'dorpêça dualî' ya li Tengava Hurmizê kûrtir dibe
Xezîneyeke nû ya zimanê Kurdî: Etîmolojiya zaravayên Kurdî derket
Yekîtiya Ewropayê bangî Îranê kir: Îdaman rawestînin û girtiyan serbest berdin
Îraq: Pergala dijîdron Herêma Kurdistanê li xwe nagire
ROJAVA - Guhertina sîstema perwerdeyê: Zimanê Kurdî dê bibe derseke vebijêrkî?