Save The Children: Li Yemenê 100 hezar zarok bi kolêrayê ketîye

Rêxistina parastina zarokan Save Tihe Childrenê dan zanîn ku li Yemenê, ji serê sala îsal va herî kêm 100 hezar zarokên ji 15 salî piçûktir, bi kolêrayê ketine.

Di raporta xwe da , Save The Children daye xuyakirin ku, di maweya nabera 1ê Çileyê û 19ê Avrêlê da, bi giştî 236 hezar bûyerên kolêrayê hatine tomarkirin ku 105 hezar û 384ên ji wan ji 15 salî piçûktir in.

Li gor van daneyên rêxistinê, ji % 45ên bûyerên kolêrayê zarok in û dîsa li got van daneyan beranberî sala par jî bûyerên kolêrayê 9 qet zêdetir bûne.

Herwiha rêxistinê da zanîn ku digel barînên zêde yên van demên dawîn, lehî û tengasîya sotemenîyan; şerên ku berdewam dikin jî rê li ber belavbûna kolêrayê xweş dike.

Rêxistinê herwiha hişyar dike ku metirsî heye ku bo mehên bêyî, rîska belavbûna nexweşîna kolêrayê heye.

Asya Haberleri

Li Washingtonê panelek li pêşeroja Sûriyeyê: Divê Kurd bibin beşek ji çareseriyê
Christoph de Vries: Em hemû kanalên xwe yên diyalogê ji bo Kurdan bi kar tînin
Dewleta Hindistanê huşdarî da welatiyên xwe ku bo kar serdana Îranê nekin
Hevpeymaniya leşkerî, wekî pêdiviyekê
Îtaliyayê balyozek ji bo Sûriyê diyar kir