Save the Children: Di vê mehê de li Rojava 40 zarok hatin kuştin

.

 Save the Childrenê raporek li ser êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistanê belav kir û diyar kir, di navbera 1-24ê Tebaxê de  13 zarok hatine kuştin û 27 zarok jî birîndar bûn. 

Rêxistina Civaka Sivîl a Save the Children (Zarokan Rizgar Bikin) a Îngilîstanê ku li ser zarokên di encama êrîşên SÎHAyan li Rojavayê Kurdistanê hatine qetilkirin de raporek weşand û di raporê de hat eşkerekirin ku di navbera 1-24ê Tebaxê de, li Rojavayê Kurdistanê di encama êrîşên Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) de  13 zarok hatine kuştin û 27 zarok jî birîndar bûn.  

Herwiha di raporê de hat destnîşankirin, li taxa El-Sînaa ya Qamişloyê di 6ê Tebaxê de wesayîtek hat bombekirin û zarokê bi navê Ahmed Şîbî û zaroka bi navê Aheng Şibî jî di nav de 4 kes hatin qetilkirin, di 18ê Tebaxê de li navendeke Netewên Yekbûyî (NT) ya ser rêya Hesekê û Til Temirê gelek zarokên keçik hatin qetilkirin, di 24ê Tebaxê de di êrîşêk SÎHAyan a yekî din de jî du zarokên 12 û 13 salî hatin qetilkirin. 

Rêxistinê di raporê de diyar kir: “Em bang li hemû hêzan dikin ku gengeşiyê kêm bikin û ji bo parastina zarokan çi hewce be bê kirin.” Herî dawî Dîrektorê Mudaxileya Derbasdar ê Save the Childrenê yê Sûriyeyê Beat Bohr jî got: “Divê tu zarok di bin xeta şer de nemînin.”

Kurdistan Haberleri

Amerîkayê cezayên nû li ser 29 keştiyên Îranê sepandin
Berhem Salih bi fermî bû Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî
Nêçîrvan Barzanî: Hilbijartina Berhem Salih cihê şanaziyê ye
AMED - Eyşe Şan hat bibîranîn: 'Cihê wê nayê tijîkirin'
Konê Reş: Xewna Mîr Celadet li Rojavayê Kurdistanê pêk hatiye