Şaredariya Stenbolê ji bo Zazakî kurs vekir

.

Hat ragihandin ku Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê kursa zaravaya Zazakî ya Kurdî di bin "Enstutu ya Stenbolê ÎSMEK" de hatiye vekirin û qeyd dest pê kirine.

Ji bo kursa Zazakî (Dimilî/Kirmanckî) qeyd dest pê kirin û dê kurs bê pere be. Herwiha hat ragihandin ku ji kursa Zazakî re du vebijark hatin dayîn, hînbûna rû bi rû û ji dûr ve.

Bernameya kursê ji 96 demjimêrên perwerdehiya bi sertîfîka pêk tê û ji bo beşdarbûna bernameyê şert û mercên pêwîst tune.

Perwerdeya rû bi rû, dê di dawiya hefteyê de li Stenbolê li navenda Dibistana Ziman a Şîşliyê bê bê dayîn.

Di derbarê armanca bernameyê de li ser malpera IBBê de dibêje “

Asta destpêkirina ya Zazakî;

Bernameyek e ku armanc dike ku beşdarên ku bi zazakî nizanin û dê di asta herî bingehîn de dest bi hînbûna zazakî bikin, peyv, xwendin, nivîsandin, axavtin û şiyan û zanistên têkilî danîna zazakî bidest bixin.”

Kurs dê di navbera 8ê Nîsanê û 22ê Tîrmehê de bê dayîn.

Ji bo agahdariya der barê qursê de, serîlêdan dikarin li ser malpera IBBê bêne kirin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle