Şaredarîya Stenbolê ji bo Covid-19ê anîmasyoneke bi kurdî amade kirîye

Şaredarîya Stenbolê kurdî jî di nav de bi 5 zimanan animasyon amade kirîye.

Navenda Nûçeyan - Şaredarîya Bajarê Mezin a Stenbolê (İBB) ji bo bale bikişîne ser koronavirusê ango Covid-19ê animasyon amade kirine. Di van anîmasyonan de li gel tirkî, ingilîzî, erebî û farisî, kurdî jî hatîye bikaranîn.

Film li ser malpera Şaredarîyê, li ser hesabên wê yên medyaya civkî, di ekranên bajêr ên li qadan û yên di nava metro, tramvay û basan de wê bê nişandan. Her weha wê li ser wan platforman bê weşandin ku kesên bîyanî û penaber aktif bi kar tînin.

Şaredarî her weha wê navberê bide seferên basan ên ku 24 saetan kar dikirin. Dîsa ji bo texsî û mînîbusan dezenfekte bikin wê 100 îstasyonên dezenfektekirinê bên avakirin.

Bianet

Siyaset Haberleri

Jared Kushner ji bo plana aştiyê ya Xezeyê diçe Îsraîl û Misirê
Mezlûm Ebdî bi şandeyeke hikûmeta Sûriyeyê re civiya
Îranê li ser sînorê Baneyê kolberek kuşt
Li Hewlêrê êrişa bi dronan: 3 dron hatin xistin
Li Dihokê ‘Rêberê Rastnivîsa Zimanê Kurdî’ hat ragihandin