Şaredariya Stenbolê Akademîsyenekê din ya Aştiyê ji kar derxistiye

.

Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê peymana kar a Akademîsyen Fatma Gul Eryildiz Şenvardarê “Kod 42” weke hêcet nîşan daye û betal kiriye. Şenvardarê bi Biryarnameyên Di Hukmê Qanûnan de(KHK) hatibû îxrackirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Akademîsyena Aştiyê Fatma Gul Eryıldiz Şenvardar a ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnan (KHK) de ji kar hatibû dûrxistin, ji wezîfeyê girtiye.

Eryıldız Şenvardarê li ser medyaya civakî daxuyanî daye û gotiye, "Ji ber ku Akademîsyena aştiyê me, dewletê ez bi KHKyê ji kar derxistibûm vê carê jî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ez bi Kod 42ê ji kar derxistim.”

Şaredariyê hê derbarê mijarê de daxuyaniyek nedaye.

Şaredariya Stenbolê beriya niha jî bi heman hêcetê Akademîsyenên Aştiyê Alçay Çelîk Alkan û Veysel Altintaş îxrac kiribû

Kurdistan Haberleri

Newroz îsal zû hat Danîmarka yê
Heyeta PWKyê Li Amedê Seredana Mamoste Îsmaîl Beşîkçî Kir
Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê: Tîmeke me ji bo têkbirina dronên bombebarkirî li Hewlêrê ye
Umêd Xoşnaw: 6 leşkerên Fransayê birîndar bûne
Mucteba Xamineyî: Em dê şer bidomînin û tola xwe hilînin