Şaredariya Parîsê Alaya Kurdistanê li avahiya xwe daliqand

.

Parîsê, ji ber bûyera terorîst a li ser akincîyê kurd yên li Parîsê, Ala ya Fransa nișivê nevî kir. Li kêleka wî Ala Kurdistanê bilind kir.

 Rojek piştî êrîşa çekdarî ya li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li Parîsê, şaredariya herêma 10emîn a Parîsê Alaya Kurdistanê li avahiya xwe daliqand.

Ji bo rêzgirtina qurbaniyên wê êrîşê, Alaya Kurdistanê li avahiya şaredariya herêma 10emîn a Parîsê hat bilindkirin û Alaya Fransayê jî heta nîvî hat daxistin.

Şaredariya herêma 10emîn a Parîsê û şaredara wê Alexandra Cordebard roja Şemiyê li ser hesabên xwe yên Twitterê wêneyek belavkirin ku Alaya Kurdistanê li avahiyê hatiye daliqandin.

Di yek ji wan wêneyan de Alexandra Cordebard li balkona avahiya şaredariyê bi Alaya Kurdistanê tê dîtin ku li kêleka alayên Fransa û Yekîtiya Ewropayê hatiye daliqandin.

Seroka Şaredariyê û çend berpirsên herêma 10emîn a Parîsê, ji bo hevxemiya bi Kurdan re, li Meydana Komarê li dijî êrîşa roja Înê ya ku di encamê de 3 welatiyên ji Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dan û 3 welatiyên din jî birîndar bûn, beşdarî xwepêşandanekê bûn.

Alexandra Cordebard di tweeteke de got, “Berpirsên hilbijartî yên herêma 10emîn a Parîsê ligel Kurdên Fransayê ne ku bi girseyî hatin ji bo rêzgirtina qurbaniyên êrîşa nijadperest a duh li kolana Ghou Dongye.”

Kurdistan Haberleri

Xalîd Ezîzî: em sipasiya piştgîriyên Tiramp bo pêşvebirina demokrasî li Îranê de dikin
Antonio Tajani: Em dê bi her awayî piştgiriya Herêma Kurdistanê bikin
Parlamentoya Ewropayê: Bila baregehên Amerîkayê werin girtin
Daxuyaniya yekem a Rêberê Nû yê Îranê
Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê: Êrişî baregeha me ya li Hewlêrê hat kirin