Şaredariya Farqînê dest bi anonsên Kurdî kir

.

 Şaredariya navçeya Farqînê ya Amedê ya Bakurê Kurdistanê ragihand ku wan di çarçoveya xizmeta du zimanî de dest bi anonsên Kurdî jî kiriye.

Şaredariya Farqînê 23ê Gulanê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku wan li navçeyê xizmeta anonsên Kurdî jî daye destpêkirin.

Li gor daxuyaniyê ji niha û pê ve li navçeyê çi anonseke agahdarkirinê ku bi Tirkî bê kirin, dê bi heman awayî bi Kurdî jî bê kirin.

Di yekem anonsa Kurdî de jinek bang li welatiyan dike û dibêje roja 31ê Gulanê ji bo dayîna bacekê roja dawî ye û ji bo ku ceza li wan neyê birîn divê welatî heta wê rojê deyn û bacên xwe bidin.

Şaredariya Farqînê di daxuyaniya xwe de dibêje:

”Li Şaredariya Farqînê anonsa Kurdî dest pê kir.

Di çarçoveya xizmeta du zimanî de ji aliyê Şaredariya me ve anonsên Kurdî jî hatin destpêkirin.

Ji niha şûn ve wê bi anonsên Tirkî re anonsên Kurdî jî bên kirin û gelê me bi zimanê xwe ji geşedanên li Şaredariya me bê agahdarkirin.”

Şaredariya Farqînê piştî derdora 2 serdeman ji rêvberiya qeyûman di hilbijartinên 31ê Adara 2024an de bi rêjeya ji sedî 70,6 careke din ket destê DEM Partiyê.

Kurdistan Haberleri

Xalid Ezîzî: Ji bo cihgîrkirina demokrasiyê li Îranê de em bi hemû aliyên re di diyalogê de ne
TAYBET - Dr. Areş Cewdekî: Diyasporaya Îranî hebûna Kurdistanê red dike
Bavê Felek 37 sal berê xatirê xwe xwest û ji nav me bar kir
Li şûna Heşdî Şebiyê artêş li sînorê Herêma Kurdistanê hat bicihkirin
Amerîkayê bangî karmendên konsulxaneya xwe ya Edeneyê kir: Derkevin