Şaredariya Batmanê: Peykerê Cegerxwîn ji aliyê dizan ve hatiye dizîn

.

 Şaredariya Batmanê daxuyaniyek piştî belavbûna nûçeya rakirina peykerê helbestvan Cegerxwîn belav kir û diyar kir ku ew peyker hatiye dizîn.

HDPê roja 21ê Hezîrana 2022yan dabû zanîn, peykerê helbestvanê Kurd ê navdar Cegerxwîn ku di sala 2007an de li Parka Kî Ne Em hatibû danîn, ji aliyê qeyûmê Batmanê ve hatiye rakirin.

Şaredariya Batmanê piştî belavbûna nûçeya rakirina peykerê Cegerxwîn daxuyaniyek belav kir û eşkere kir: “Ji ber hin nûçeyên di weşanên çapemeniyê de derketine û dibêjin peykerê Helbestvan Cegerxwîn ji  Parka Kî Ne Em hatiye rakirin, pêwîstî hatiye dîtin ku daxuyanî bê dayîn. Li ser lêkolînên kamerayan hatiye tespîtkirin ku peyker ji aliyê dizan ve hatiye dizîn.”

Herwiha hat destnîşankirin: “Li ser vê mijarê hêzên ewlekariyê hatine agahdarkirin û derbarê mijarê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Peyker ji aliyê şaredariya me ve ji cih nehatiye rakirin.”

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt